Dema Tirk hatin, di zimanê wan de biratî, di dilê me de jî dilovanî û mirovhezî hebû. Bi biratiyeke pûç, vala, derewîn û xapînok em xapandin. Dema em ji bo ji wê xewa xapînok hiÅŸyar bibin me çavên xwe vekirin jî, di dilê wan de tunekirin, asîmlekirin, di zimanê me de jî biratî hebû.
Dema Ewrûpiyan soz dan me, di zimanê wan de demokrasî, azadî, wekhevî, dad û dadwerî, di destê me de jî çek hebû. Xwestin ku em bi rêya siyasî û demokrasî mafên xwe bixwazin. Li gel van tiÅŸtan qaÅŸo wê piÅŸtgirî bidana me. Dema me bi ya wan kir û em ji çek û ÅŸer dûr sekinîn, li gotinên xwe xwedî derneketin. Em bê çek xistin hêmbêza neyarên me û ji bo berjewendiyên xwe jî her tim firotin çekên xwe… Ne rahm ket dilê neyarên me û ne jî Ewrûpiyan çareyek dîtîn ji bo derdê me. Zarokên me li serê çiyayan bi çekên kîmyewî qeliyan û di sênîkên zêrîn de ji bo xwedayan hatin serwîskirin.
Dema AKP hat, di zimanê wan de misilmantî û biratiyeke olî, di dilê me de jî dilsozî hebû. Bi misilmantî û biratiyeke derewîn em xapandin, bi destên xwe yên qirêj û gemarî mejiyê me yê pak û paqij lewitandin. Dema em li xwe hayîl bûn jî, di zimanê wan de terorîst, ateîst-Xwedênenas, di dilê me de jî misilmantî hebû.
Wek dûpiÅŸkê ku herçar alî ji êgir dorpêçkirî li me hat. An em ê bi xwe vedin û xwe ji xwe, xwe ji dinyê, dinyê ji xwe xelas bikin an jî em ê xwe û neyarên xwe di nav wî agirî de biÅŸewitînin.
Dijminê me yê herî mezin ne tirk, ne ereb, ne jî fariz in. Dijminê me yê herî mezin cehalet û nezanî ye. Divê em ÅŸerê mezin bi xwe re, bi cehalet û nezaniya xwe re bikin.
An em ê bixwînin û xwe nas bikin, an em ê bixwînin û xwe nas bikin. Wekî din tu rêyên din tune…
Heyf û xebînet ku em ketine himbêza nezan û cahilan…
Û dîsa heyf û xebînet ku hîna jî me xwe nas nekiriye…





























