
Qertelê ferî jiyana li lûtkeyên çiyan û geÅŸt û seyrana li ezmanan, mixabin; rojek tê wekî me mirovên ku ji qidûm dikevin, ew jî nema dikare nola rojên di rabirdûyê de ba biêxe bin hukmê baskên xwe.
Zeman bêe’mr e, lê em?
Ji bilî xwe; zemanê ku her tiÅŸtî mîna paçekî digivêÅŸe, û li hêleke demê dirizîne, bi tiÅŸtekî nikare: Gotin!
Kurdan gotine, ‘ga dimire çerm dimîne,mêr dimire nav dimîne’!
***
Gelek gotinên ‘gayî’, gotinên hêjayî zêr û duran ji me re man, gelek jê jî wekî liba loda kayê ketin ber bayê û çûn û çûn…
Gotin ‘ga’ be, ‘çermê’ gotinê nivîs e.
Helbet gotin jî mayînde ye; lê ne bi qasî nivîsê.
PiÅŸtî peydakirina elfabayê, nivîsê ji helekê ve ‘piÅŸt’ li gotinê ÅŸikand, li hêla din ew kir xet û suretekî nemir dayê!
Temenê gotine ji yê nivîse ‘kal’tir be jî, ew ne ‘niÅŸtecî’ ye.
‘Gotin’a ji zemanên bêsalix di geÅŸt û seyrana zeman de rêwî, bi saya nivîsê bi cih û bi war bû, û bû ‘ niÅŸtecî’.
Li ser vê axê bi saya Simmeriyan, gotin li ser qahfikên kilî ji ‘rêwitiyê’ rizgar bûbe jî; em ên ku em wekî ‘hevçengê dîrokî ên Simeriyan’ li xwe dimeyzênin û nav di xwe de didin, mixabin di vê serdema ku di destekî me de ‘ÅŸûr’, di destekî me ‘kevok’ û me xwe bi hemû hêz û ÅŸiyan û baweriya xwe, xwe dirêjî azadiyê kiriye de, bi xwendin û lêxwedîderketinê, em azadiyê nadin zimanê xwe.
***
Di hevpeyvînekê de xoÅŸewîst Zana Farqînî bala me dikiÅŸîne ser rastiya me ya di navbera ziman û xwendina nivîsê de: Xwendina bi zimanê kurdî zêde bûbe jî, axaftin her ku diçe kêm dibe!
Di civateke ku gotin serdestê jiyanê be û ew civat hê jî ‘civateke guhdar be; heke axiverên zimanekî her roj kêm bibin, em ê vê ‘kêmasiyê’ bixin stûyê kê?
***
Heke rewÅŸ wisa be- ku wisa ye û belkî jî zêdetir- divê em kumê xwe ji serê xwe bikin û deynin ber xwe û biramin: Li hêlekê terhên ku ji bo dahatûyeke ronî, - hê bi ciwaniya xwe ÅŸanebûyî- dikevin û em wan bi destê xwe dispêrin bextê axa sar, li hêla din hezarên ku di zînadanan de li hêviya hilatina rojê, li hêla din rewÅŸenbîr û siyasetmadarên ku pulekê bi zimanê kurdî nadin .
Kalê hiÅŸmendiya neteweyî di vê babetê de wisa gotiye wisa nivîsiye:
…………………………
Ev pûl-î eger çi bê buhan e
Yekrû ne û saf û bêbuhan e
Bê hîle û xurde û temam in
Meqbûlê miamela ewam in
Kurmancî ye sifr e , bê guman e
Zêr nîn e , bibên sipîde mane
Kurdî di çavên hinekan de sifr be jî, bi qasî lêxwedîderkatina ‘ewam’ê dikare veguhere zêritiyê.
J i min gotin!